Li dijî Serokwezîrê Lîbyayê hewldana sûîqestê

Li hemberî Serokwezîrê Lîbyayê Abdûllah es Sînî sûîqestek hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de tiştek bi Serokwezîr nehatiye.

Li hemberî Serokwezîrê Lîbyayê Abdûllah es Sînî sûîqestek hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de tiştek bi Serokwezîr nehatiye.

Hatem El Ûraybî li ser navê hikûmeta li Tobrûkê daxuyaniyek da û anî ziman ku sûîqesta li hemberî Serokwezîr Abdûllah es Sînî bi ser neketiye. Ûraybî da xuyakirin ku di dema derbasbûna wesayîta Serokwezîr de gule hatiye reşandin û yek ji parêzvanan birîndar bûye.

Berdevkê hikûmetê diyar kir ku di êrîşê de tiştek bi Serokwezîr nehatiye û destnîşan kir ku ev êrîş ji bo kuştina Serokwezîr hatiye kirin.

Li Meclîsa Nûneran a li Tobrûkê, duh êvarê pêşniyarnameyek der heqê hikûmeta Abdûllah es Sînî dihat nirxandin. Di vê rûniştinê de ti biryar nehat stendin û nirxandin hat taloqkirin.

Li Lîbyayê ku piştî kuştina Mûammer Kaddafî ji sala 2011'an û vir ve pevçûn lê her dewam e, li Trablûs û Tobrûkê du hikûmet û parlamentên ji hev cuda hene. Civata navneteweyî jî Abdûllah es Sînî weke Serokwezîrê Lîbyayê nas dike.