Li dijî êrîşên li hemberî Kobanê zincîra mirovahiyê

Li dijî êrîşên li hemberî Kobanê zincîra mirovahiyê

Çalakiya zincîra mirovahiyê ya li sînor li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk tê, li gundê Mehser berdewam kir. Girseyê diyar kir ku divê dengê me îro zêdetir derkeve û berxwedana YPJ û YPG’ê silav kir.

Çalakiya zincîra mirovahiyê li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên vê sibehê bi hezeke mezintir pêk hat. Bi sedan kes li gundê Mehserê hatin cem hev û  berê xwe dan Kobanê. Gel diyar kir ku divê êdî dengê me bi hêztir derkeve û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana YPJ”, “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji Îmrali re hezar silav" berz kirin.