Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî

Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî

Wesayîtên ku li ser rêya Dêrsim-Pilûr têne rawestandin, quncik bi quncik têne lêgerîn. Herwiha liv û tevgera leşkerî ya li Dêrsimê jî balê dikişîne.

Hate diyarkirin ku, ev nêzî heftiyekê ye li ser rêya Dêrsim-Pilemûrê li Qereqola Karşilarê ji aliyê gelek leşkeran ve kontrola nasnameyan têkirin. Di kontrolên nasnameyan de wesayît quncik bi quncik têne lêgerîn, wesayîtên ji her du aliyan ve jî tên di bin kontrola nasnameyan de derbaz dibin. Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî zêde dibe. Herwiha hate dîtin ku bidirêjahiya rojê li geliyê Mûnzûr û Pilemûrê wesayîtên zirxî li dewriyeyê digeriyan. Balkêşe ku, di nava du rojên dawî de li Dêrsimê tevahiyê liv û tevgera helîkopteran zêde bûye.