Li Dêrsimê jî kon tê vedan
Li Dêrsimê jî kon tê vedan
Li Dêrsimê jî kon tê vedan
Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ji bo meşa azadiyê ya gêrîlayên HPG'ê bişopînin dê li Dêrsimê 'Konê çareserî û rizgariya demokratîk" li qada Seyîd Riza bê vedan. Di derbarê vedana kon de li avahiya navenda BDP'a Dêrsimê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniya gelek kes amade bûn de, endama Meclisa Jinan a Navendiya Giştî ya BDP'ê Huyla Taşar axivî û diyar kir ku, ji bo ku pêvajo bi rengekê bi ewle û baş bi serbikeve, divê gel mudaxilê pêvajoyê bê kirin. Taşar da zanîn ku, li ser vî esasî ji bo pêvajoya 1999'an cardin ne yê dubarekirin, tunekirin û provakasyonên li hemberî hêzên gerîla bi ser nekevin, divê jin bi hemû hêza xwe tevbigere.
Taşar destnîşan kir ku, li herêmê avakirina qereqolan, baraj û berdewam kirina tevgera leşkerî zirarê dide pêvajoyê û wiha domand: "Em weke jin di serî de bang li gelê Dêrsimê dikin ku xwedî li meşa çareseriya demokratîk a gerîlayên HPG'ê ku dane destpêkirin derbikevin. Em jinên Dêrsimê dê li hemberî polîtîkayên şaş berxwe bidin û em dê bi çalakiyên demokratîk têkoşîna xwe mezintir bikin.