Li Dêrsimê faliyetên kontra

Li Dêrsimê faliyetên kontra

Hat zanîn ku, li Pilemuriya Dêrsimê li peravên Mûnzurê  yekîneyên kontra digerin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, li Pilemuriya Dêrsimê li peravên Mûnzûrê her roj bi jimarek mezin kesên çekdar û bi wesayitên leşkerî tên û li herêmê di gerin. Yekîneyên kontra yên ku li peravê hatine dîtin, dema hatin dîtin gef li welatiyan xwarin, xwestin li wan deran negerin. Li aliyê din bi qasî 2 rojin ku helîkopter di seetên sibê de li Dêrsimê li ber derê avahiya Cendirmeyan tên û diçin.