Li Dêrsîm, Mêrdîn û Agiriyê civînên gel
Li Dêrsîm, Mêrdîn û Agiriyê civînên gel
Li Dêrsîm, Mêrdîn û Agiriyê civînên gel
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, navçeya Pasosê ya Agiriyê û Dêrsîmê têkildarî pêvjaoya hate destpêkirin civînên gel hatin lidarxistin.
DÊRSÎM
Konê ji aliyê DOKH'ê ve li Qada Seyît Riza ya Dêrsîmê hate vekirin rastî ziyaretan tê. Li konê şêvê din têkildarî mijarê de civîna gel pêk hat. Dayîkên ji Stenbol, Amed, Enqere û Îzmîrê hatin, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, rêveberên BDP û HDP'ê, gelek xwendekar û bi sedan welatî tevlî cîvînê bûn. Ji Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Fahriye Bikim jî diyar kir ku gelê kurd bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'iyên jiyana xwe ji dest hate vê astê. Dayîka bi navê Cemîle Akgun jî diyar kir ku têkoşîna tenê ya gelê kurd nîn e û wiha got: "Ev têkoşîna hemû gelan e. Di vê têkoşînê de zarokên kurd, tirk, çerkez, elewî û lazan şehîd ketin. Ji ber vê yekê tenê têkoşîna kurdan nin e ya hemû gelan e." Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn jî axivî û wiha got: "Em jin dibêjin em bingeha vê pêvajoyê ne. Ji ber ku di şer de bedelê herî giran jinan da. Dema têkoşîna azadiya gelê kurd dest pê kir têkoşîna meşa azadiya jinê ji vê yekê cuda nîn e." Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Dêrsîmê Murat Polat jî diyar kir ku divê di vê pêvajoyê de bêtir rêxistinbûyîn pêk bê.
QOSER
Rêxistina BDP'ê ya Qoserê û KCD'ê jî li taxa Sanayî ya Qoserê civîna gel a 9'emîn li dar xist. Di posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK, PYD û BDP'ê hatin vekirin û pankrata "Rizgarîya demokratik û avakirina jiyana azad" hate vekirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Fesîh Ozel, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn, Wekîlê Şaredarê Qoserê Necat Coşkun, MEYADER, MADAY-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî cîvînê bûn. Di cîvînê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn axivî û wiha got: "Di encama têkoşîan azadiya gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê roj bê Serokwezîr Tayyîp Erdogan jî dê neçar bimîne biçe Îmraliyê." Endamê Meclîsa BDP'ê Fesîh Ozel û Wekîlê Şaredarê Qoserê Necat Coşkun jî têkildarî pêvajoyê de axivîn û pişt re welatî axivîn.
Jina bi navê Zubeyde Aydi diyar kir ku divê Ocalan azad bibe û wiha got: "Heta Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Em li pişt hemû gotinên Ocalan in. Êdî bila tu dayîn negirîn. Ez weke dayîkekî şehîdan Ocalan, gerîla û hemû girtiyan silav dikim." Jina bi navê Leyla Tanirgan jî wiha got: "Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gelê kurd azad nabe. Dema Ocalan azad bû em hemû dê azad bibin." Welatiyê bi navê Ugur Ermîş jî wiha got: "Kurd bi hev re tevbigerin dê ji Kurdistanê re azadiyê bînin. Heta Ocalan azad dibe dê li her qadê têkoşîn berdewam bike." Keyayê taxa Şeyhmuz Aydin jî wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan dê azad bibe."
PANOS
Rêxistina BDP'ê ya Panos jî bi heman armancê civîna gel li dar xist. Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Şaredarê Panosê Mahmut Yildiz, rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên civîk û sedan welatî tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk axivî û pêvajoya dîrokî ya gelê kurd vegot. Çelîk, anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêka 100 salan e. Çelîk, da zanîn ku 40 salin PKK ji bo gelê kurd têkoşînê dide û bedelên gelek mezin dan. Çelîk, bilêv kir ku PKK'ê ji bo bingeha aştiyê pêk bîne biryara vekişandinê da û hikûmeta AKP'ê li hemberî têkoşîna gelê kurd ji bilî pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin tu vejibirkên wê tunebûn.
Piştî axaftina civînê bi pirs û bersivan berdewam kir û bi dawî bû.