Li Dêrikê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li Dêrikê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Şoreşger di bin silogana᾿̓Azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan᾿̓, bi armanca pişgirtiya kampanya berhevkirina îmzeyên ji bo azadiya Ocalan meşek lidar xistin.

Meş ji meydana Azadî  duh di demjimêr 18.00᾿an de destpê kir. Meş di nava kolanên bajê re û di nava sûka bajêr derbas bû. Ciwanan bê navber siloganên dilsoziya bi Ocalan re qîrkirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdî vekirbûn. Piştî ku meş bi dawî bû meşvana mîtîng li meydana Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger lidarxistin. Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir, piştre endama Komîteya Birêvebir a Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Sara Cûdî axivî û balkişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji bo azadiya jinan.

Enamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xeşman Dêrik jî axivî û da zanîn ku, çareserkirina pirsgirêka kurdî bi azadiya Ocalan ve girêdayîye. Dêrik diyar kir ku, ew dê di demên pêş de çalakiyên xwe zêde bikin heta Ocalan azad bibe.