Li Çoman 5 hezar îmze ji bo azadiya Ocalan hatin berhevkirin

Li Çoman 5 hezar îmze ji bo azadiya Ocalan hatin berhevkirin

Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, li gelemperiya Başûrê Kurdistanê bi pêwendiyeke mezin dewam dike. 

Di vê çarçoveyê de, li Başûrê Kurdistanê bajarokê Çoman, ku nêzî Diyanayê ye 5 hezar îmze hatin berhevkirin. 

Kampanya îmzeyan 1'ê Gulanê destpê kir wê heta 15'ê Tebaxê dewam bike û tê gotin ku şêniyên herêmê pêwendiyeke mezin nîşanî kampanyayê didin.