Li Colemêrgê jinan 'Konê Nobedariyê' veda

Li Colemêrgê jinan 'Konê Nobedariyê' veda

Li Colemêrgê, DOKH'ê bi komîsyonên şopandina pêvajoyê ji bo şopandina vekişîna gêrîlayên HPG'ê 'Konê Jinan a Nobedariyê' vedan.

Bi destpêkirina pêvajoya nû ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û meşa azadiyê ya gêrîlayên HPG'ê ku di 8'ê Gulanê de da destpêrin, piştî avakirin komîsyona şopandinê, niha jî ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a Colemêrgê ve li taxa Sumbul 'Konê Nobetê ya Jinan' hat vedan.

Endama MP’a BDP'ê Melîha Varişli, hevseroka BDP'a bajar Esmer Tekîn, endamên DOKH'ê, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Wekîla Şaredara Colemêrgê Zeynep Besî Dara, endamên STK'ê û gelek welatî tevlî vedana konê bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê bi kon ve hatin daliqandin.

Endama MP’a BDP'ê Melîha Varişli di vedana kon de axivî û diyar kir ku, pêvajoya 1999'an di bîra me hemûyan deye û wiha got: "Bi destpêkirina pêvajoyê re bi sedan gerîla jiyan xwe ji dest dan. Ji bo ku di vê pêvajoya nû ya ku hatî destpêkirin de heman tişt neyên jiyîn, di her qadê de em ê bibin xwedî têkoşîn û em dê têkoşîneke mezin ji bo vê yekê bidin. Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê dikin ku ew jî xwedî aştiyê derbikevin û pêşiya mirina bigirin."

Piştî axaftinan ji bo meşa azad a gerîllayên HPG'ê bi şopînin li gundê Bîlecan gel derket rê.