Li Colemêrgê bi TIR’an veguhestina leşkerî
Li Colemêrgê bi TIR’an veguhestina leşkerî
Li Colemêrgê bi TIR’an veguhestina leşkerî
Îro li navçeya Gevera Colemêrgê nîvê rojê bi dehan wesayîtên zirxî leşker veguhestin. Vê carê jî leşker bi wesayîtên TIR hatin veguhestin. Gava wesayît di nava navçeyê re diçûn, polîsan bi TOMA'yan bi ava şid êrîşî gel kirin.
Artêşa Tirk ji navçeya Geverê ya Colemêrgê bi wesayîtên zirxî leşker veguhestin ser sînorê Başûrê Kurdistanê. Piştî wesayît ji navçeya Şemzînanê vedigeriyan û di nava Geverê re derbas bûn rastî nerazîbûnên gel hatin. Vê carê leşker bi TIR'an hatin veguhestin.
Piştî leşker hatin veguhestin, careke din di heman rêyê re derbas bûn û ciwan li hev kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê veguhestina leşkerî dan. Piştre jî nêzî 20 wesayîtên TIR'ên leşkerî bi hevkariya jammer û wesayîtên zirxî di nava navçeyê re derbas bûn û polîsan jî bi wesayîtên TOMA êrîşî gel kirin û ava şid mudaxele kir.
Ciwan li ser cadeyê li hev kom bûn, dirûşmên “Qatil DAIŞ, Hevkar AKP”, “Bijî berxwedana YGP’ê” û “Bijî Berxwedana Kobanê” qîriyan û nasname kontrol kirin. Hate diyarkirin ku du helîkopter li herêmê digerin û pirsa “Gelo wê operasyona leşkerî bê destpêkirin?” tîne bîra mirov.