Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 mirî 2 birîndar

Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 mirî 2 birîndar

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê minîbûsek qulipî û di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta bi plakaya 34 SJT 48 ku ji aliyê Selîm Fîdan (44) ve dihat ajotin, li ser rêya Cizîr-Silopyayê li nêzî gundê Karohê qulipî.

Di qezayê de ajokar Fîdan, Abdullatîf Guven (21), Haci Rasim (52) û Saît Aşan (28) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Haci Rasim û Saît Fîdan li gel hemû mudaxeleyan nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan. 2 kesên din têne dermankirin.