Li Çiyayê Herekolê tetbîqata leşkerî

Li Çiyayê Herekolê tetbîqata leşkerî

Di pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê de, li quntarên Çiyayê Herekolê tetbîqata leşkerî tê kirin. Ji serê sibê ve li herêmê tevgereke xurt a helîkopteran heye.

Li navçeya Sêrt Berwariyê, hat hînbûn di navbera 7-8-9'ê Tîrmehê de li qada Mexês a ser bi gundê Rûbar ê li quntarê Çiyayê Herekolê tetbîqata leşkerî tê kirin. Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê, beriya tetbîqatê bi Walîtiya Sêrtê re der heqê mijarê de hevdîtin kir. Walîtiyê ji BDP'iyan re pêkhatina tetbîqatê piştrast kirin û diyar kirin ku wan ji keyayên gundên Berwarî re bi rêya Qeymeqamiyê agahî ragihandine û bi anonsan re ji gel xwestine neçin herêma tetbîqatê.

Ji aliyê din ve, ji îro danê sibê û pê ve, ji 3. Tûgaha Komando ya Sêrtê hejmareke zêde helîkopter ber bi navçeya Berwariyê bi rê ketin.