Li Çiyayê Cûdî nimêj kirin
Li Çiyayê Cûdî nimêj kirin
Li Çiyayê Cûdî nimêj kirin
Bi destpekirina pêvajoya aştiyê û rawestandina şer re, komek ji 50 kesî derket ser herêma "Sefîne" ya Çiyayê Cûdî û bawerî pê heye keştiya Nûh xwe li wir daniye û bi sedan salan weke cihekî pîroz tê dîtin, ji bo "aştiyê" dûa kirin û nimêj kirin.
Li Şirnexê, komek ji welatiyan derketin serê Cûdî herêma Sefîne ku bawerî pê heye keştiya Nûh Pêxember xwe li wir daniye. Welatî destpêkê nêzî saetekê bi wesaîtên xwe ket rê û dûre hilkişiyan Çiyayê Cûdî ku ev 30 sal in li sivîlan qedexe ye. Piştî meşa 4 saetan Şirnexî xwe gihandin serê Çiyayê Cûdî, li vir pîknîk kirin û ji bo aştiyê dûa û nimêj kirin.
Endamekî komê Mehmet Altan diyar kir, ku ew berê dihatin serdana vî cihê Nûh Pêxember û got, "Berê gelê Şirnexê her sal di meha Tîrmehê de dihat serdana vê derê. Lê mixabin ji sala 1984'an û vir hatiye qedexekirin. Êdî kes nikaribû bihata vê derê."
Hîndekarê fakulteya Îlahiyatê ay Zanîngeha Şirnexê Doç Dr. Hamdî Gundogar jî bi komê derket serê Çiyayê Cûdî û bibîr xist, ku Çiyayê Cûdî hem di Kûran-i Kerîm hem jî di metnên olî de weke çiyayê keştiya Hz. Nûh xwe lê daniye tê qebûlkirin û weha got, "Di hemû lêkolînên dîrokî û çandî de, dîroknas dibêjin keştiya Hz. Nûh xwe li herêm Mezopotamya li Çiyayê Cûdî daniye. Çiyayê Cûdî ji bo tûrîzma baweriyê, gelekî girîng e. Dibe ku ji ber ewlekariyê ev tûrîzm nabe. Lê ez bawerim wê di dema pêş de tûrîzma baweriyê xurt bibe û bandorê li pêşketina herêmê bike."