Li Brukselê 10 hezar kesî hikûmet protesto kir

Li paytexta Belçîka Brukselê li ser banga sendîkayan îro bi hezaran mirov ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikûmetê derketin kolanan.

Li paytexta Belçîka Brukselê li ser banga sendîkayan îro bi hezaran ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikûmetê derketin kolanan.

Çalakvan li Qada Monnaîehatin hatin gel hev. Li gor sendîkayan 10 hezar, li gor polîs 7 hezar û 500 kes beşdarî çalakî bûn.

Lîderên sendîkayan ên di çalakiyan de axivîn, di serî de endekskirina heqdest, li hember polîtîkayên hikûmetê yên li dijî kedkar û karkeran nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Lîderên sendîkayan bernameya çalakiyan jî derxistin. Li gor vê, 19’ê Adarê wê tevayî serwîsên gelemperiyê li Bruksel meşekê li dar bixin. Di navbera 30'ê Adarê û 3'yê Nîsanê de çalakiyên girseyî pêk bên.