Li Brotanya tûrnûvaya futbolê ya "Şehîdên Meha Gulanê"

Li Brotanya tûrnûvaya futbolê ya "Şehîdên Meha Gulanê"

Li bajarê Nantes ê herêma Bortanya ya Fransayê ji bo bîranîna "Şehîdên Meha Gulanê" tûrnûvaya futbolê hatelidarxistin. Ji bajarên La Rocholle, Nantes, vannes û Rennesê, 14 tîmên futbolê yên ciwanên Kurd beşdarî tûrnûvayê bûn.

Tûrnûva bi deqeyek rêzgirtinê ji bo têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir û piştre li ser wate û girîngiya tûrnûvayê axaftin hatin kirin. Di encama maçên hat lîstin de tîma Penaber a ji bajarê Nantesê bû yekemîn, tîma Zamote duyemîn û tîma Engîzek-Besnî jî bû sêyemîn.

Xelata centilmeniyê jî, ji tîma futbolê ya bajarê Vannes'ê  re hat dayîn.