Li Botanê nobeta aştiyê ya dayîkan didome
Li Botanê nobeta aştiyê ya dayîkan didome
Li Botanê nobeta aştiyê ya dayîkan didome
Piştî ku gêrîlayan biryar da ku xwevekişînin û bi awayê komî ber bi Herêmên Parastina Medya Başûrê Kurdistanê ve diçin, dayîkên aştiyê jî ji bo di vekişînê de ti pirsgirêk rû nedin li herêma navbera Cûdî, Gabar û Bestayê kon vedane û nobetê digirin.
Piştî 8’ê Gulanê vekişîna gêrîlayên HPG’ê destpêkir, ji bo di vegerê de ti provokasyon rû nedin, dayîkên aştiyê yên li herêma Botanê konên aştiyê vedane, nobeta li konan didome. Piştgiriyên gel yên ji bo konên aştiyê jî berdewam dikin, herwiha dayîkan anî ziman ku, qasî ku vekişîn çêbibe ew dê nobeta xwe bidomînin.
Dayîka gêrîla Hacer Tîmurtaş ya ku di nobeta aştiyê de cih digire da diyarkirin ku, ew ji bo zarokên xwe hatiye vir û got: “Em ji rawestandina operasyonên leşkerî jî hatine veir. Ji bo gêrîla rihet derbaz bibin û provokasyon çênebin em li virin. Çêkirina qereqolan û operasyon didomin. Em vana qebûl nakin. Heta ku hewildanên vale derxisitna vekişînê hebin, em dê van deran bernedin.”
Ji dayîkan Hatîce Cansiri bertek nîşanî gotina Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ya “Bila biçin binê cehenemê” kir û anî ziman ku, “Zarokên me ji ber zextên dewletê çûn çiya. Yên ku ji wan re dibêjin ‘bila biçin binê cehnemê’ bila ew biçin binê cehnemê. Em ji bo zarokên xwe jiyan dikin, em ji bo wan li virin. Em ji bo rawestandina operasyon û pêşî lêgirtina provokasyona li virin. Pêwîste bike em dê li gel zarokên xwe şer bikin.”
Ji dayîkên nobeta aştiyê digirin Mewlûde Candemîr jî da diyarkirn ku, ew heya dawiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikin û got: “Gêrîlayan dîlgirtiyên di destê xwe de berdan, niha jî ji bo aştiyê vedikişin. Lê hêjan ji dozên KCK’ê bihezaran kes girtîne. Çima vana serbest bernadin.”
Li Botanê nobeta aştiyê ya dayîkan didome, her wiha bi sedan kes jin-zilam serdana konên aştiyê dikin.