Li binarê Qendîlê girtina deriyê Rojava hate şermezar kirin
Li binarê Qendîlê girtina deriyê Rojava hate şermezar kirin
Li binarê Qendîlê girtina deriyê Rojava hate şermezar kirin
Meclisa Tevgera Hemwelatiyê Azad û Yeksan ya binarê Qendîlê li gundê Enzê civîna xwe ya asayî pêkanî. Di civînê de kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hate nirxandin. Piştî civînê daxuyanî hate dayîn û girtina deriyê Rojavayê Kurdistanê hate şermezar kirin.
Duh endamên Meclisa Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan li gundê Enzê yê binarê Qendîlê civîna xwe ya asayî pêkanîn. Civîn bi deqîqeke rêz girtinê destpêkir Civîn bi amedebûna hemû endamên meclîsê pêk hat, her wiha hemû endamên meclîsên karên xwe ya vê demê di civînê de nirxandin. Li gel vê jî pêvajoya îmze komkirina ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd ya ku li Başûr û Başûr Rojavayê Kurdistanê dest pêkiriye bi taybet keda ku ji aliyê har kesî ve tê dayîn hate pîrozkirin.
Di civînê de li ser rewşa ku îro ya gelê Kurd û gelê herêmê berdewamkir. Her wiha yek ji mijarên ku bûye rojeva civînê û hatiye nîqaşkirin, nameya ku rêberê gelê Kurd di Newroza 2013’an de şandiye û riyên çareseriya ku di herêmê de pêk were.
Civîna Tevgera Hemwelatiya Azad û Yeksan bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Daxuyaniya ku ji aliyê endamê mteclîsa Hemwelatiya Azad û Yeksan ya bajarê Ranya Silêman Wertî ve hatiye dayîn de wiha hate gotin; “Di serî de em weke tevgereke medenî û civakî careke din piştevaniya piroseya aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Ocalan ve li Bakûrê Kurdistanê destpê kiriye dikin. Ji ber ev pêvajo cihê baweriya gelê Kurd û gelên Rojhelata Navîne. Di heman demê em bi hemû şêweyan destwerdana li Başûr Rojavayê Kurdistan red dikin û careke din girtina deriyên sînorê başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em hemû kesên ku di kampaniya îmzekirin ji bo azadiya rêber APO û keda ku dane pîroz dikin û emê heyanî dawiyê jî kar û xebatên bi vê rengî berdewam bikin, ta ku rêber APO û gelê Kurd azad dibe. Careke din em ji hemû erkên vê demê re amedene li her çar perçeyên Kurdistanê weke Tevgera Hemwelatiya Azad û Yeksan em bi reng û dengê xwe, xwe beşdarî hemû karan bikin. Û divê demek beriya demekê yek ji konferansên ku rêber APO rêz kirine konferansa ku li Hewlêrê jî pêk were û gelê kurd di nava xwe de bighîne yekîtiyê.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê û encamdana civîna Hemwelatiya Azad û Yeksan ya binarê Qendîlê, hemû endamên meclîsê çûn serdana keça bi navê Şino ya ku dayîka wê Xunçe di 17.05.2013’an de ji aliyê hevjînê xwe Huseyîn bi 28 guleyan li navçeya Qesrê hatibû kuştin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê hemû endamên meclîsê çûn gundê Bûkrîskan û sersaxî ji malbata Xunçe re xwestin û fatîha hatin xwendin. Li ser navê meclîsa hemwelatiya azad û yeksan Emîne Mihemed jî axivî û wiha got; “Em weke tevgera hemwelatiya azad û yeksan hemû şêweyên tundiya li hember jin û bi taybet jî kuştina jinan red dikin. Her wiha em dawa li hukûmeta herêmê dikin ku kesên bi tewanên bi vê rengî radibin tu caran ji zîndanê neyên derxistin, ji ber her roj jin bê tawan tên kuştin.”
Her wiha keça bi navê Şino ya ku dayîka wê Xunçe bê tewan bi 28 guleyan hatibû kuştin jî wiha axivî; “ dayîka min bê tawan hate kuştin ji ber vê divê ew kesê ku dayîka min kuştiye ne tenê bi dirêjiya temenê xwe di zîndanê de bimîne divê ew bi kuştinê were cezakirin.”