Li bejahiya Sêrtê operasyon
Li bejahiya Sêrtê operasyon
Li bejahiya Sêrtê operasyon
Artêşa Tirk 2’yê Kanûnê di navbera gundê Xirbekol û Sîra yên Sêrtê de operasyon da destpêkirin. Operasyon heman şevê bi wesayîtên zirxî bi awayekî bê encam vekişiya girê Hewinkê. Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 1’ê Kanûnê jî li ser herêma Zapê keşf pêk anî.
Navenda Ragihandin û Çapameniya HPG ku daxuyaniyek niviskî weşand ragihand ku artêşa Tirk 2’yê Kanûnê saet 13.30’î li herêma di navbera gundên Xirbekol û Sîra yên girêdayî Sêrtê operasyonek daye destpêkirin. HPG’ê diyar kir ku operasyon heman şevê bi wesayitên zirxî bi awayekî bê encam vekişiyaye girê Hewinkê.
Navenda Ragihandina HPG’ê destnîşan kir ku Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 1’ê Kanûnê saet di navbera 00.00 û 01.00'ê de jî li ser herêma Zapê keşf pêk anî.