Li Bedlîsê faliyetê kontra zêde dibin

Li Bedlîsê faliyetê kontra zêde dibin

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin û ji bo piştevaniya vê pêvajoyê gêrîlayên HPG’ê dest bi meşa demokratîk kirin, yekîneyên kontra ên cilên gêrîlayan li xwe dikin gel diltirs dikin.

Di van 3 mehên dawiyê de yekîneyên kontra bitaybet li Geliyê, Şêx Ciman ên Bedlîsê gundên Êz, Kûsoka Cîhangez ên navçeya Tetwanê û li bejahiya navçeya Xîzanê faliyetan dikin, roja borî jî hate îdiakirin ku li gundê Hêvrîs ê ser bi navend Bedlîsê ve hewildane şivanekî birevînin.

Gundiyên ku têkildarî bûyerê agahî dan û nexwestin navê xwe aşkera bikin, gotin 3 kesên rûpoş û di destê wan de çekên giran heyî di demjimêrên şevê de hewildan şivanê 18 salî birevînin. Gundiyên nexwestin navê xwe bêjin, dema ku şivan hîskir ku 3 kesên di serê wan de maske heyî veşartî xwe nêz dikin, bi telefonê agahî da birayê xwe, gotin piştî birayê wî li gel gundiyan ber bi herêma bûyerê ve hatin 3 kesên rûpoş ketin panîkê û ji cihê bûyerê dûr ketin.

Gundiyan diyar kir ku, ew çûne Qereqola Cendirmeyan û gilî kirine. Gundiyan destnîşan kir ku, ew diltirsin ku li herêmê provokasyonek bê kirin û xwestin partiyên siyasî, Baroya Bedlîsê û rêxistinên civaka sivîl li hember bûyerê şiyar bin.

Yekîneyên kontra ku 3 mehên dawî li navend Bedlîs û navçeyên Tetwan û Xîzanê faliyetên kontra zêdekirine, heftiya borî li nêzî Qereqola Cendirmeyan ya Destûmî ya hatî berdan a li ser sinorê Bedlîs û Sêrtê 6 wesayît rawestandibûn û dest danîbûn ser nasnameyên 20 kesan, her wiha li wesayîtên wan lêgerîn pêkanîbûn.