Li bazarên Amedê tîşortên bi nivîsa Kurdistan

Li bazarên Amedê tîşortên bi nivîsa Kurdistan

Li bazarên taxan û navendên kirîn û firotê yên Amedê, tîşortên bi nivîsa Kurdistan û rengên kesk, sor û zer, xwe nîşan didin. 

Tîşortên kesk, sor û zer ên bi nivîsa Kurdistanê, ku di Newoza îsal de li xwe hatin kirin, ji aliyê kargehên tekstîlê yên Dîlok û Stenbolê hatin çêkirin û li bajarên Bakurê Kurdistanê hatin belavkirin. 

Dikandar ji firotina tîşortên bi nivîsa Kurdistan û rengên kesk, sor û zer kêfxweş in û ciwan jî bi armanca nerazîbûnek li dijî qedexeyan van tîşortan dikirin û li xwe dikin.

Hêjayî gotinê ye, di sala 1992'an de li Êlihê, Walîtiya Tirk rengên kesk, sor û zer ên di lampeyên trafîkê de bi hincegta "rengên cihêkarane" qedexe kiribû.