Li Amedê teqîn: Zarokê 12 salî giran birîndar bû
Li Amedê teqîn: Zarokê 12 salî giran birîndar bû
Li Amedê teqîn: Zarokê 12 salî giran birîndar bû
Li navçeya Amed Baglarê, li kolana 500 Evler a taxa Bagcilarê, teqemeniya ku Bariş A. yê 12 salî li erdê dît teqiya û di encamê de Bariş A. bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Amed Baglarê, li kolana 500 Evler a taxa Bagcilarê, Bariş A. (12) salî gava ji dikanê vedigeriya li erdê teqemeniyeke ku tê gotin a leşkeran e dît û di encama teqîna vê teqemeniyê de giran birîndar bû. Bariş A. yê giran birîndar bû rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Hat hînbûn Bariş A. (12) ji zikê xwe birîndar bûye û gengaze sê tiliyên wî jê bibin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku teqemeniya teqiyaye, bombeya destan bûye.