Li Amedê serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin

Li Amedê serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin

Hate hînbûn ku li Amedê beriya meşa girseyî ya şermezarkirina girtin û binçavkirinan, tîmên taybet di saetên şevê de li gelek taxan avêtin ser malan û di emcama sergirtina malan de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.

Piştî serhildana Kobanê ya 6 û 7'ê Cotmehê pêla girtin û binçavkirinê di Kurdistanê de hate destpêkirin bi girtin û binçavkirinên li Amedê ve didome. Li gorî agahiyan şevê din li taxên cuda tîmên taybet ser malan de girtin û di encama serdagirtinan de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.

Welatiyên ku bi hinceta tevli bûyerên 6 û 7'ê Cotmehê bûne hatine binçavkirin birin Midûriyeta Şaxa TEM'ê. Hate hînbûn ku di dema serdagirtina malan de polîsan berê çeka dane malbatên kesên ku hatine binçavkirin.

Hate hînbûn ku heta niha welatiyên bi navê Ridvan Baş (28), Mahsun Kurt (19), Tarik Arslan û xwîşka wî Semra Arslan, Firat Taş, Hasan Uyanik û xwişka wî ya ku navê wê nehate hînbûn, Alî Karakur û Mehmet Şah Yuce hatine binçavkirin. Hate diyar kirin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.

Hate diyar kirin ku polîsên ku ser mala Tarik Arslan û Semra Arslan de girtine dest danîne ser parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku li malê bûn.