Li Amedê mirineke bi guman

Li Amedê mirineke bi guman

Li Taxa Huzurevlerî ya Pêyas a Amedê welatiyê bi navê Hûsamettîn T. (40) li mala xwe bi awayekî bi guman miri hat dîtin.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, li Kolana 67'an a Taxa Huzurevlerî ya Pêyas a Amedê welatiyê bi navê Hûsamettîn T. yê 40 salî ku duh ji bo çûna Sêrtê mifteyê mala xwe yê yedek da cîranê xwe. Piştî ku cîranê Hûsamettîn T. der barî vegara wî de ti agahî bi dest nexistin û lê geriyan jî negihiştinê.

Cîranên Hûsamettîn T. yên ku ketin nav fikaran herî dawî bi rêya telefonê gihiştin şopa wî. Di gera bi telefonê de dengê telefona Hûsamettîn T. ji malê wî hat bihîstin û li ser ve yêkê jî cîranên wî bi alîkariya çîlîngîr deriyê malê wî vekirin. Dema ku deriyê malê hat vekirin, cenazeyê Hûsamettîn T. hat dîtin. Termê kargerê dezgehê tuhafiyefiroş Hûsamettîn T. ji bo otopsiyê rakirin morga Nexwaşxaneya Gazî Yaşargîl a Lekolîn û Perwedehiya ya Amedê.

Der barê mirina Hûsamettîn T. de lepirsîn hat destpêkirin.