Li Amedê "Komîsyona Vegera Gundan" hat avakirin

Li Amedê "Komîsyona Vegera Gundan" hat avakirin

Tevî Baro, ÎHD, Odeya Tabîban, û GOÇ-DER'ê, gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê, bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê û bêdengbûna çekan re, komîsyona vegera gundan ava kirin. 

Der heqê wezîfeyên komîsyonê de, li ser navê GOÇ-DER a Amedê parêzer Semra Baylan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Baylan da xuyakirin ku ew pêşketinên dawî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi kêfxweşî pêşwazî dikin û bibîr xist, ku di şerê salên derbasbûyî de nêzî 4 hezar waregeh hatin valakirin.

Baylan diyar kir ku bi mîlyonan mirov ji cih û warê xwe bûne û got, "Bi pêvajoya asayîbûnê re, beşek ji şêniyên ji cih û warê xwe bûne dixwazin vegerin navçe, gund û mezrayên xwe. Ev daxwaz bêguman daxwazeke bingehîn a mafên mirovan e û eger ev daxwaz bicih were anîn, wê gelek pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî çareser bibin. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku dewlet derfetên vegera cih û waran, biafirîne."

Baylan bal kişand ser hebûna mayinên li gundên valakî hatine bicihkirin û ji dewlet û gerîla xwest ku mayinên li herêmê bicih kirine ji raya giştî re eşkere bikin û dest bi paqijkirina wan bike. 

Parêzer Baylan wekî din destnîşan kir, ku pergala cerdevaniyê li pêşiya vegera gundan astengiyeke mezin e û ragihand ku divê ev pergal ji holê were rakirin. Baylan diyar kir, ku pêwîste şert û mercên gundan jî bên sererastkirin û got, "Şewitandin û valakirina gundan di salên 90'î de rû da. Li gorî vê yekê ev nêzî 20 salin gund bê mirovin. Lewma li gundan elektrîk, av, rê, dibistan û navendên tenduristiyê nînin. Divê ev kêmasiyên li gundan tavilê bên çareserkirin, da ku vegera gundan hêsantir bibe. 

Parêzer Semra Baylan destnîşan kir, ku weke Komîsyona Vegera Gundan, ewê afirandina van şert û mercên vegerê ji nêz ve bişopînin.