Li Amedê kesek bi dîrek ve daliqandî hat dîtin

Li Amedê kesek bi dîrek ve daliqandî hat dîtin

Li Amedê Ahmet Kaya yê di sîteyekê de wezîfedar û ji duh ve ti agahî jê nedihatin wergirtin, cenazeyê wî li ser ban bi dîrekekî daliqandî hat dîtin. Hat diyarkirin ku Kaya ji ber pirsgirêkên xwe yên aborî dawî li jiyana xwe aniye.

Li semta Dîclekent a navçeya Kayapinar a Navendê ji Ahmet Kaya yê di sîteyekê de wezîfedar ji duh şev ve ti agahî nedihatin wergirtin. Niştecihên sîteyê ji bo Ahmet Kaya yê bavê 5 zarokan li nexweşxane û qereqolan geriyan, lê ti şop nedîtin.

Herî dawî dema jinekê got ku Kaya li ser ban dîtiye, kesên derketin ser ban rastî cenazeyê Kaya yê bi dîrek ve daliqandî hatin. Piştî agahî dan polîsan wezîfedarên tenduristiyê  yên hatin cihê bûyerê ragihandin ku Ahmet Kaya miriye.