Li Amedê jinek hate qetilkirin

Li Amedê jinek hate qetilkirin

Li navçeya Baglar a Amedê Ramazan B. yê ku bi hevsera xwe re nîqaş kir, bi tabancayê hevsera xwe gulebaran kir û piştre jî gule bi ser kargehên derdorê de barand û reviya.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li taxa Kaynartepe ya Baglarê li Kolana 287’an  de di avahiya Muge de bûyer pêk hat. Ramazan B yê ku esnaf bû di saetên sibehê de bi hevsera xwe Emîne B. re ji ber sedemeke ku nayê zqanîn nîqaş kir. Piştî ku nîqaş mezin bû Ramazan B. li  hevsera xwe ya dayika 3 zarokan  xist û piştre jî bi çekê hevsera xwe gulebaran kir. Piştî bûyerê Ramazan B. wesayîta xwe da ber agir û karkerên derdorê gulebaran kir.

Welatiyên derdorê agahî dan polîsan û gelek polîs û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Emîne B. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenaze ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.

Piştî cînayetê Ramazan B. ji holê winda bû.