Li Amedê ji bo hikûmet gav biavêje çalakiya rûniştinê

Li Amedê ji bo hikûmet gav biavêje çalakiya rûniştinê

Rêxistina BDP’ê ya Amedê di çarçoveya kampanyaya  "Hikîmet gav biavêje” de çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Li bajêr ji sibê û pê ve wê çalakiyên vemirandina lembeyan, beroş û miqilkan destpê bike.

Di çarçoveya kampanyaya "Hikûmet gav biavêje" de Rêxistina BDP’ê ya Bajarê Amedê li ber AZC Plaza ya li semta Yenîşehîr çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Rêxistinên civakên sivîl jî piştgirî dan çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn.

Seroka Rêxistina Bajêr a BDP’ê Zubeyde Zumrut, beriya ku çalakiya rûniştinê destpê bike axaftinek kir. Zumrut destnîşan kir ku hikûmetê heta niha tu gav neavêtiye û wiha got, “Heta daxwazên me bên cih em ê çalakiyên xwe li dar bixin."

Zumrut destnîşan kir ku wê çalakiya wan heta saet 12’ê şevê berdewam bike û ji sibê û şûnde wê dest bi çalakiyên vemirandina lembeyan û çalakiyên beroş û miqilkan bikin.