Li Amedê ji ber lihevnekirina erd, kesek mir
Li Amedê ji ber lihevnekirina erd, kesek mir
Li Amedê ji ber lihevnekirina erd, kesek mir
Li navçeya Amed Hênê, Yaşar Aydogan ê 55 salî di encama pevçûna li ser erd de bi tivingê birazê xwe Afat Aydogan ê 23 salî kuşt.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, bûyer li Mezra Başakli ya gundê Kaladîbî yê navçeya Hênê qewimî. Îro danê sibê di navbera Yaşar Aydogan û birazê wî Afat Aydogan de li ser erd pevçûn derket.
Di dema pevçûnê de Yaşar Aydogan bi tivingê gule berda birazê xwe. Xizmên Afat Aydogan ê birîndar bû, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Hênê, lê jiyana xwe ji dest da.
Li dû bûyerê ap Yaşar Aydogan reviya û wenda bû.