Li Amedê di şerê çekdarî de 2 kes mirin

Li Amedê di şerê çekdarî de 2 kes mirin

Li Amedê pevçûna çekdarî ya ji ber sedema îhaleyê rûda, du kes mirin û du kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, du aliyên ku hate hînbûn ku beriya vê hevkar bûn û ji bo îhaleya Otoparka Yedîemîn ya li 3’mîn kîlometreya Amed-Mêrdînê hatin, di navbera herdu aliyan de nîqaşê rû da. Di pevçûnê de Mehmed Emîn Karayel (40) û Munîr Yarayel (32) jiyana xwe ji dest dan, Arîf Dogan (42) û Mehmet Şerîf Dogan (32) jî giran birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, hate hînbûn ku rewşa Arîf Dogan girane. Mehmed Emîn Karayel û Munîr Karayel yên jiyana xwe ji destdane jî cenazeyên wan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeya Amedê.