Li Amedê bombeya deng avêtin şaxa EHÎDER’ê

Li Amedê bombeya deng avêtin şaxa EHÎDER’ê

Bombeya deng avêtin Komeleya Pêxistina Perwerde û Têkiliyên bi Gel re (EHÎDER) ya li navçeya Sûra Amedê. Di encama bûyerê di avahiyê de zirarên aborî rû dan.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, bombeya deng avêtine şaxa EHÎDER ya girêdayî Cemaeta Gulen ya li Taxa Îsmet Paşa ya li navçeya Sûrê. Di bûyera ku li derdora demjimêr 21:00’an rû da, di avahiyê de zirarên aborî rû da.

Înîsiyatîfa YDG-H ya Amedê bûyer girte ser xwe. Înîsiyatîfê da diyarkirin ku, saziyên wekî EHÎDER yên girêdayî Cemaeta Gulen ‘avahiyên asîmîlasyon û dejenerasyonê ne’ û da diyarkirin ku dê çalakiyên wan berdewam bikin. Weke din jî Înîsiyatîfê bang li gel kir ku “Li dijî van avahiyên asîmîlasyonê yên olê Îslamê ji bo berxwendiyên xwe bikartînin hişyar bin û zarokên xwe ji vana dûr bigirin.”