Li Amed û Elkê tevgerên hewayî û leşkerî
Li Amed û Elkê tevgerên hewayî û leşkerî
Li Amed û Elkê tevgerên hewayî û leşkerî
Li Amedê tevgera hewayî didome.
Gelek balafirên şer li pey hev ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn.
Nehat zanîn ku balafirên şer ber bi kîjan herêmê de çûn. Serê sibe jî gelek balafir rabûn.
Di vê navberê de hate zanîn ku di navbera gundên Gelejer û Setkarê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê leşkr û cerdevan bi hinceta "ewlehiya rê" xebatan dikin.
Hate ragihandin ku di navbera gundên Gelejer û Setkar ên navçeya Elbakê ya Şirnexê leşker û cerdevan bi hinceta "ewlehiya rê" kontrolê xwe zêde kirin.
Leşker û cerdevan li derdorên riya bejayî ya Elkê kemînan diavêjin û ev yek welatiyan diltirs dikin. Leşker û cerdevanên li herêmê ji bo demek dirêj bimînin amûran bi xwe hildigirin.