Li Akdenîzê kaos: Rojava, li Lîbyayê Kaddafî mafdar derxist!
Welatên Rojava, niha fikra mudaxaleya leşkerî li aliyekî hiştin û peyama yekane çareserî siyasî ye dan.
Welatên Rojava, niha fikra mudaxaleya leşkerî li aliyekî hiştin û peyama yekane çareserî siyasî ye dan.
Welatên Rojava, niha fikra mudaxaleya leşkerî li aliyekî hiştin û peyama yekane çareserî siyasî ye dan.
Hikûmeta Îtalyayê destpêkê digot bila mudaxale bibe û gotibû ku wê bi 5 hezar leşkerî ji têkoşînê re pêşengiyê bike, lê bi hevkarên xwe yên Rojava re deklerasyonek hevpar weşandin û banga çareseriya siyasî kirin.
Îtalya wek welatê Ewropayê ku ji krîza Lîbyayê rasterast û herî zêde bandor dibe, balê dikişîne.
Li gorî agahiya ku rojnameya Îtalyan Il Messagero derxistiye holê, rêxistina DAIŞ’ê ya li Lîbyayê bi cih bûye, tehdîda wê li Akdenîzê kaosê biafirîne heye.
Rojnameyê hevdîtinên telefonê yên ku bi polîsên Îtalyan re hatiye kirin girtin dest û da zanîn ku di hevdîtinê de tê gotin ku di rewşeke heyî ya mudaxaleya DAIŞ’ê de wê 500 hezar penaberî di keştiyan de bişînin Îtalyayê.
Peravên Lîbyayê 350 kîlometre dûrî Îtalyayê ye. Îtalya ji ser Lîbyayê welatê herî zêde koçberiyê digire.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê di 16’ê Sibatê de daxuyaniyek da û got ku divê ji bo Lîbyayê bikevin nava tevgerê. Hikûmeta Îtalyayê bal kişand ser tehdîda DAIŞ’ê û gotibû ku li Lîbyayê dem teng dibe û divê civaka navneteweyî demildest bikeve nava tevgerê.
Di 2014’an de 170 hezar penaber di keştiyan de gihiştin Îtalyayê. Di heman salê de 3 hezar û 500 penaber di avên Akdenîzê de jiyana xwe ji dest dan.
KADDAFÎ GOTİBÛ WÊ WÊ AKDENÎZ BIBE DERYAYA KAOSÊ
Rojnameya Îtalyan Il Messagero, got ku niyeta DAIŞ’ê ev e ku li Akdenîzê kaosê biafirîne. Muammer Kaddafî beriya ku bê qetilkirin di Adara 2011’an de ji rojnameya Îngîlîz a Daîly Maîl re axivî û gotibû: Akdenîz wê bibe deryaya kaosê.