Li Agiriyê 2 kes hatin girtin

Li Agiriyê 2 kes hatin girtin

Li Agiriyê di serdegirtinên malan de ciwanên bi navê Cem Kapucu û Fatîh Ayyildiz hatin girtin.

Li Taxa Kazim Karabekîr a Agiriyê di encama serdegirtina malan de ciwanên bi navên Cem Kapucu (23) û Fatîh Ayyildiz (20) ên hatin binçavkirin piştî li Midûriyeta Polîsan îfadeyên wan hatin girtin sewqî Dozgeriya Agiriyê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" her du ciwan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê der barê Kapucu û Ayyildiz de birayara girtinê da û şandin girtîgehê.