Leşkerên Îranê bi 60 fîşekan Beşîrî kuştin

Leşkerên Îranê bi 60 fîşekan Beşîrî kuştin

Welatiyê Kurd Îsa Beşîrî yê li gundê Hesenî yê Rojhilatê Kurdistanê bajarê Ûrmiyê dimîne, ji aliyê leşkerên Îranê ve bi 60 fîşekan li ser sînor hat kuştin.

Bûyer di 25'ê Gulanê de li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê rû da. Li gorî agahiyan; leşkerên Îranê li Îsa Beşîrî yê debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikir geriyane û lîsteyek ji xwarin û vexwarinê dane wî. Bavê 2 zarokan Îsa Beşîrî yê 35 salî, piştî ku daxwaza leşkeran bicih anî, di 25'ê Gulanê de li ser sînor hat gule reşandin û bi 60 fîşekên leşkerên Îranê bi hovane hat kuştin. Rayedarên Îranî rojekê cenaze nîşanî malbatê nedan û doh radest kirin. Malbatê ragihand ku di laşê Beşîrî de şopa 60 fîşekan hene û nikare were şuştin. 

Hat îddîa kirin, ku leşkerên Îranê gef li gundiyên Kurd ên li ser sînor xwarine û gotine "kî nêzî sînor bibe, wê aqûbeta Beşîrî bê serê wan.

Cenazeyê Beşîrî li gundê Hesenî yê ser bi Ûrmiyê ji aliyê malbatê ve hat veşartin.