Leşkeran rê li aktîvîstên xwezayê girt

Leşkeran rê li aktîvîstên xwezayê girt

Aktîvîstên Koma Xwezaparêzan a Mûnzûrê ber bi zozanên Hengîrvan ve meş li darxistin, bi sedan leşkeran li ser Pira Paxê rê li xwezaparêzan girt. Piştî hevdîtinên bi seetan xwezaparêzan dest bi meşê kirin.

Aktîvîstên Koma Xwezaparêzan a Mûnzûrê xwestin ber bi zozanên Hengîrvanê ve meşekê li dar bixin lê li ser Pira Paxê pêşiya meşê ji aliyê sedan leşker û wesayîtên zirxî ve hate girtin. Bi dehan xwezaparêzên serê sibê li navenda Dêrsimê hatin cem hev bi wesayîtan ber bi zozanên Hengîrvanê ve derketin rê. Di derketina Dêrsimê de polîsan wesayît rawestandin û bi hinceta belgeyên wan kêmin ji wesayîtan re 2 hezar û 600 TL. cezayê pere birîn.

Xwezaparêzerên ji wesayîtan hatin xwarê û bi meşê ber bi zozanan ve meşiyan vê carê jî li Pira Pax ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Sedema astengiyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê agahiyên nasnameyên di komê xwe dixwaze nîşandan. Piştî komê nexwest agahiyên nasnameyên xwe bidin demekê sekînin û piştre riya bejayî ya Dêrsim û Erzînganê ji trafîkê re birîn. Li ser vê yekê nûnerên Şaxa ÎHD'ê yên Dêrsimê hatin herêmê. Piştî hevdîtinên di navbera nûnerên ÎHD'ê û leşkeran de hate hînbûn ku tu daxwazên Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ya wisa tuneye û ev yek  bi keyfî kirine. Piştî komê bi israr xwest biçe zozanên Hengavîrê leşkeran rê vekir û komê dest bi meşê kir