Leşker li Geverê tehrîk dike
Leşker li Geverê tehrîk dike
Leşker li Geverê tehrîk dike
Li Geverê, konvoya leşkerî ya cebilxaneyan bar dike dema li ser heman rêyê vedigeriya, polîsan bombeyên gazê, guleyên plastîk û ava şid a bi boyax êrîşî gel kir, camên gelek dikandaran şkestin. .
Li navçeya Geverê ya Colemergê beriya ku konvoya leşkerî bikeve navçetê, gelek wesayîtên zirxî li ber terqarê ya girtîgeha kevin hatin bicihkirin. Piştî konvoy derbasî bajêr bû polîs û leşkeran mîna şov bikin bi guleyên plastîk, bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin û derbasî Fermandariya Tugayê bûn. Leşkerên ku cebilxane ji Fermandariyê bar kirin, li ser heman rêyê vegeriyan û ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve çûn.
Konvoya leşkerî ku bi dengê stranan derbasî Cadeya Cengîz Topel a navçeyê bû, tîmên taybet navenda navçeyê di nav ewrên gazê de hiştin. Polîsên ku bi bombeyên gazê, ava şid a boyaxkirî û geleyên plastîk êrîşî gel kirin, camên gelek dikandaran şkandin, dezgehên seyarfiroşan di nav avê de man. Gelê navçeyê ku dikanên xwe girtin, ciwanan ji bo parastina gel konvoy dan ber keviran. Esnafên nerazîbûn nîşanî êrîşên polîsan dan fêkî û sebzeyên xwe avêtin wesayîtên polîsan.
Bi sedan kesên ku dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Heval Rojhat bêmirine” gotin, bertek nîşanî polîsan dan. Li navçeyê ku wesayîtên zirxî tûran diavêjin, dema girse li ber girtîgeha kevin kom bû, polîs vekişiyan kolana dermanxaneyan.