Lêgerîna edaletê ya xizmên windayan didome

Lêgerîna edaletê ya xizmên windayan didome

Çalakiyên li Êlihê û Amedê yên bi silogana "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandi" her hefte pêk tê di hefteyae 224'an de li Amed û Êlihê berdewam kir. Di çalakiya Amedê de çîroka Bedirhan Tuysuz ê ji aliyê Eşîra Bûcakan ve li gundê Hîlwanê hat revandin hat pirsîn.

Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiyên heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 224'an de berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de nûnerên hevparên KESK'ê, MEYADER û aktîvîstên Înisiyatifa Dayîkên Aştiyê amade bûn. Di vê hefteyê de çîroka Bedîrxan Tuysuz ê di sala 1979'an de li gundê Kilicinê yê Navçeya Hîlwana Rihayê ji aliyê zilamên Sedat Bucak ve hatin revandin hat xwendin.

Çîroka Tuysuz Seroka Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necibe Perinçek xwend. Perinçek, destpêkê bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û xwest dewlet ji bo aştiyê gavên mayinde bavêje. Perinçek anî zima ku, her hefte ji bo aqûbeta windayan bê ronîkirin çalakiyan pêk tînin û dengê xwe bilind dikin, lê heta niha hikûmet û dewletê ji bo ronîkirinê tu tişt nekirin. Perînçek bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku, li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene. lê nayên berdan.

Perinçek xwest rê li pêş vegera gundan jî bê vekirin û pergala cerdevaniyê bi dawî bibe.

Perînçek piştre çîroka Bedirhan Tuysuz vegot û wiha got: "Tuysuz di sala 1979'an de li gundê Kilicinê yê Hîlwana Rihayê hat revandin. Lê rayedarên dewletê li hemberî vê yekê xemsar û sersare. Tuysuz ji aliyê endamê Bucakan ve hat revandin û windakirin."

Çalakiyê bi rûniştina 5 deqîqeyan berdewam kir û bi dawî bû.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê bi silogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 224'an de li Kolana Gulistanê ya Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Li vir jî xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê weneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin vekirin. Di çalakiyê de rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYADER û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Di çalakyê de Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Ekinci, aqûbeta winayên salên 1990’an pirsî. Ekîncî diyar kir ku 224 heftene li kolanan çalakiyan pêk tînin û dixwazin winda bên dîtin, lê hêj rayedaran dengê wan nebihîstiye. Ekîncî ani ziman ku, di vê pêvajoya ku gavên erênî tên avêtin dîtina winayan û ronîkirina aqûbeta winayan dê bêtir piştgiriyê bide pêvajoyê. Ekîncî bal kişand ser 24 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dest bi gireva birçîbûnê kirin û xwest rayedarên dewletê daxazên girtiyan qebûl bike.

Çalaki bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.