Lêgerîna edaletê didome
Lêgerîna edaletê didome
Lêgerîna edaletê didome
Qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û ji tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an, ji aliyê Kurdistaniyên li Parîsê dijîn ku her Çarşem tê şermezarkirin îro jî bi heman armancê çalakî hebû.
Kurdistanî û dostên wan ên saet 14.00'an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn,, wêneyên her sê jinên şoreşger hilgirtin û dirûşmên, "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne" û "Jin Jiyan Azadî" gotin.
Di meşa heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, belavokên der barê komkujiya Parîsê de hatin belavkirin.
Dema girse hat ber buroyê rêzgirtin pêk hat. Di axaftinan de hat bibîrxistin ku komkujî dikeve sala duyemîn û ji dewleta Fransa hat xwestin ku demldest destên tarî yên li pişt komkujiyê derxe holê.