Kurt û Aydin li Qersê hatin bîranîn

Kurt û Aydin li Qersê hatin bîranîn

Endamên KA-YODER'ê bi çalakiyeke Şerzan Kurt û Aydin Erdem bibîr anîn.

Li Qersê xwedekarên endamên Komeleya Xwendekarên Welatparêz a Zanîngeha Kafkasyayê (KA-YODER) Şerzan Kurt ê li Muglayê û Aydin Erdem ê li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin merasîma bîranînê li dar xistin. Di daxuyaniya ku ber Fakulteya Pewredehiyê hate dayîn de pankarta "Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin, şehîdên şoreşê bêmirin in" hate vekirin û dowizên "Qatil polîs, ehvkar AKP" "Bi Şerzan re pêşorejeke ronahî" hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd namirin" "Şehîdên şoreşê bêmirin in" berz kirin.

Li ser navê KA-YODER'ê Şahap Çerî axivî û got ku rêveberiyên zanîngehan bi hevkariya polîsan ve ji bo ciwanan bêdeng bikin li Tirkiye û Kurdistanê di nava hewldanan de ne. Çerî ev tişt anî ziman: "Li Geverê polîsan êrîşî gel ê ku mafên xwe yên demokratîk xwestine bi kar bînin kirin û rêhevalê me Rojhat Ozdel hate şehîdkirin. Em vê êrîşê şermezar dikin û em ê xwedî li şehîdên demokrasiyê derkevin û têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidominin."