Kurkçu: Emê Ocalan azad bikin
Kurkçu: Emê Ocalan azad bikin
Kurkçu: Emê Ocalan azad bikin
Parlamenterê BDP’ê yê Ertugrul Kurkçu di kongreya navçeya BDP’a Akdenîzê de axivî û got: “Emê Ocalan azad bikin. Em dê dawî l pevçûnan bînin. Dê yên li çiyê tevli siyasetê bibin. Ji bo civakek azad, wekhev û demokratîk em dê piştgiriyê bidin hev.
Navçeya BDP’a Akdenîzê 3’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anîn. Li salonê pankart û posterên Ocalan hatin daliqandin.
Parlamenterê BDP’ê yên Mêrdînê Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, endamên BDP PM Cemîl Elden, Zarîfe Atîk, hevserokê BDP’a Mêrsînê Halîs Ernarîcî û gelek kes tevli kongreyê bûn. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
Cemîl balkişand ser pêvajoya siyaseta demokratîk û got: “Ger em rast xwedî li Ocalan û paradîgmaya wî derkevin, ger em hemû qadan biguherin qada têkoşîna demokratiyê, ger em li dijî şîdet û zextan barîkatê deynin wê demê aştî pêk bê.
Fazil turk jî da zanîn ku ev pêvajoya hatiye destpêkirin bi keda gel pêk hatiye.
PEYWIR DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ
Parlmenter Ertugrul Kurkçu diyar kir ku piştî têkoşîneke mezin hatiye asta aşatiyê û got: “Bi saya Birêz Ocalan em hatine vê astê. Ji ber vê jî peywirên mezin dikevin ser milê me hemûyan. AKP ji bo aştiyê mecbur maye. AKP neçar mafê gelan bidê. Divê daxwazên gel bînin cih. Divê di makeqanûnên de wekhevî hebe, Kanûna Partiyên siyasî biguhre. Divê efûyeke giştî bê derxistin. Divê Birêz Ocalan serbest bê berdan.
DIVÊ EM BI HEV RE BIMEŞIN
Kurkçu destnîşan kir ku divê wekhevî di esa wekheviyê de bê çareserkirin û got: “Gelê ku xwedî enerjiya şoreşger, partiyek xwedî enerjî dikare pirsgirêkê çareser bike. Me ji xwe ev ji zûde ispat kiriye. Niha divê em piştgiriyê bidin hev û peywira xwe bînin cih. Hun layîqê vê ne. Em dê vê bînin cih. “