Kurdistaniyen li Goteborgê şehîdên xwe bîranîn

Kurdistaniyen li Goteborgê şehîdên xwe bîranîn

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Goteborgê dijîn, bi çalakiyekê hem "Cejna Zimanê Kurdî" pîroz kirin, hem jî têkoşerên di rêya azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre siyasetmedarê Kurd Welat Bagok li ser girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd axaftinek kir. Bagok da xuyakirin, ku pêvajoya hatiye destpêkirin jî berhemeke ji têkoşîna lehengî ya şehîdan e û got, "Her gel, bi şehîdên xwe azad bûye. Civakên şehîdên xwe ji bîr bikin, ji dîrokê jî derdikevin. PKK partiyeke şehîdan e. Her şahadetek bûye sedema tevlêbûneke nû."

Bagok bal kişand ser girîngiya Meha Gulanê ji bo gelên Kurd û Tirkiyê û destnîşan kir, ku xwedî derketina li şehîdan bi xwedîderketina li têkoşîna wan dibe.

Piştre Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûn, behsa bîranînên xwe yên bi şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, kirin. 

Di çalakiyê de Kurdistaniyan "Cejna Zimanê Kurdî" jî pîroz kirin. Axaftvanan diyar kirin ku ziman û çanda Kurd bi sedan salan e di bin zilm û zordariyê de ye û destnîşan kirin ku li gel zexta rejîmên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê, ziman û çanda Kurd hatiye parastin.

Di axaftinan de hat ragihandin, ku mafê parastina bi zimanê Kurdî û hemû deskevtiyên heyî bi saya têkoşîna şehîdan e.

Li dû axaftinan pêşbirkek pirs û bersivan a bi Kurdî hat kirin.