Kurdistaniyekî Rojava ji ber êşkenceya çeteyan jiyana xwe ji dest da
Kurdistaniyekî Rojava ji ber êşkenceya çeteyan jiyana xwe ji dest da
Kurdistaniyekî Rojava ji ber êşkenceya çeteyan jiyana xwe ji dest da
Hesen Ebdela yê 45 salî ji aliyê komên çekdar ve ku hatibû revandin û ji ber êşkence lê hate kirin jiyana xwe ji dest da.
Malbata welatiyê bi navê Hesen Ebdela yê 45 salî ji eşîra Umêrat a li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê diyar kirin ku, roja pênşemê Ebdela bi armanca ku mûçeyên xwe bigire çûye Helebê. Malbata Ebdela da zanîn ku dema Ebdela ji Helebê vedigeriya li dergeha Bustan El-Qesir ji aliyê komên çekdar ve hatiye revandin û êşkence lê hatiye kirin.
Malbatê got ku komên çekdar hemû tiştên Ebdela dizîne û êşkenceyeke hovane lê kirine û pişt re, saet di 05.30᾿an de li ber Nexweşxaneya El-Razî ya Helebê avêtine. Malbatê destnîşan kir ku Hesen Ebdela demek kurt di nexweşxaneyê de maye û piştre jiyana xwe ji dest daye.
Hesen Ebdela ji eşîra Umêrat a li herêma Basûtê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û bavê 4 zarokan bû.