KURDÎ-DER’a Êlihê ji bo cejna ziman programa xwe aşkera kir
KURDÎ-DER’a Êlihê ji bo cejna ziman programa xwe aşkera kir
KURDÎ-DER’a Êlihê ji bo cejna ziman programa xwe aşkera kir
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê bi minasebata roja cejna zimanê kurdî bi dirûşma “Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîke” ji bo 3 rojan bername amade kir. Rêvebera KURDÎ-DER’ê Sehrete Bozkur, diyar kir ku, ew bi çalekiyên cejna zimanê kurdî piştgirî didin pêvajoya “çareseriya demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê bi minasebata roja cejna zimanê kurdî bi dirûşma “Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîke” li avahiya xwe daxuyanî da û bernameya xwe ya têkildarî 15’ê Gulanê aşkere kir. Di daxuyaniyê de rêveberên KURDÎ-DER’ê Zubeyîr Çelîk, Sehrete Bozkur û Şewqî Çelîk amad bûn. Rêveber Sehrete Bozkur daxuyanî xwend û diyar kir ku, gelên cîhanê hemû bi parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên netewî digihên jiyaneke hemdem û azad û got, gelê Kurd jî ji dîroka qedîm ve gelek nirxên mirovahiyê afirandine û nirxê herî girîng ê di jiyanê de zimane.
Bozkur da zanîn ku, 15’ê Gulanê sala 1932’yan de Celadet Elî Bedirxan Kovara Hewarê bi alfabeya Kurdî-Latînî weşandiye û anî ziman ku, ji wê rojê û vir de, 15’ê Gulanê bûye roja cejna Kurdî. Bozkur destnîşan kir ku, ji bo parastina ziman, rûmet û nasnameya kurd, têkoşîn û bedelên ku hatine dayîn êdî dil ranagire ku bên bilêvkirin û wiha got: “Lê mixabin hê jî mafên me yên xwezayî tên astengkirin. Tenê astengiyên perwerdehiya bi Kurdî ji bo rakirina pêlên xîretê bes in. Dem dema têkoşîna bi rêbazên demokratîk e.”
Bozkur bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha pê de çû: “Pêvajoya çareseriyê ku ji hêla vîna gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin em piştgiriyê bi bernameya cejna Zimanê Kurdî didin û nêzîkahiyên vê pêvajoyê bi awayekî rasteqîn silav dikin. Pîrozbahiyên vê cejnê em dikin diyarî ji bo hemî cangorî û têkoşerên azadiyê û xebatkarên zimên.” Bozkur, got ku ew bî hest û ramanê pêvajoyê hemû gelê xwe vedixwînin cejna zimanê kurdî.
Rêveber Zubeyîr Çelîk jî anî ziman ku, weke ku tê zanîn gelê Kurd bî salane di nava têkoşîn û xebatê de ye û got, sebepê derketina vê xebat û têkoşînê de hemû gelê cîhanê pê dizane. Çelîk destnîşan kir ku, sebebê xebatê ziman ên sereke înkarkirina ziman û hebûna gelê Kurd e û wiha axivî: “Bî kurtayî ku em bibêjin, ev têkoşîn û xebat gihane asteke ku gelê Kurd bi pêşengtiya Serokatiya xwe bi cîhanê dane qebûlkirinê. Heta ku di vê radeyê de weke muxatab hatine qebûlkirinê. Ji bo çereseriyê pêvajoyek hatiye destpêkrkin. Di çarçoveya vê pêvojoyê de tevgera ziman jî li gorî rêziknameya xwe û bi rêxistina gelê Kurd li ser bingeha çand û zimanê kurdî bi boneya cejna zimanê kurdî hin bernemeyan amade kiriye. Armanca van bernameyan yekîtiya gelê Kurd, bi daxwazekî xurt peyamên çareseriyê ragîhînin cîhanê. Weke ku di agahdariyên li her derî de hatiye diyarkirin weke daxwazên hemû derdorên tevgera ziman beşdarbûna hemû gel û bi teybetî hezkirîyên ziman van çalekî û pîrozbahiyên cejnê dê me keyfxweş bike.”
Bernameya KURDÎ-DER’ê ya di navbera 15, 16 û 17’ê Gulanê de pêk were wiha ye:
“ * Roja 15’ê Gulanê ji ber komelê heta Sînemaya Yilmaz Guney dê meş pêk bê û seet 12.30’an de daxuyaniya çapemeniyê bê li darxistin. Di heman rojê de seet 13.00’an de li ber parqê govend û kermes heye. Êvarê li Sînemaya Yilmaz Guney panela li ser ziman bi beşdariya Abdullah Demîrbaş, Şêxmûs Sefer, Omer Dilsoz û Lal Laleş pêk tê. Dê pîşt re jî dayîna sertîfîqayan bê dayîn.
* 16’ê Gulanê li ber Sînemaya Yilmaz Guney seet di 17.30’an de li ser zimanê kurdî ders bê dayîn. Seet di 19.30’an de dîwana dengêjan dê bê dayîn.
* 17’ê Gulanê seet 18.30’an de di navbera saziyan de pêşbirka zanîstê dê pêk were.”