Kurdên li Rûsyayê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya çareseriyê dibin!

Kurdên li Rûsyayê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya çareseriyê dibin!

Kurdistaniyên li Yekitiya Dewletên Serbixwe dijîn, ji bo bi awayekî çalak cihê xwe de pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd de bigirin, civînek bi beşdariyeke berfireh lidar xistin. 

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, di navera 7-8 meha Tîrmehê bi mijarên Konferansên Aştî û Çareseriya Demokratîk ên li Enqere, Amed û Brukselê hatin lidarxistin û pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li paytext Rûsyayê Moskowayê civînek lidar xistin. Di civîna ku ji aliyê Yekîtiya Navnetewî ya Rêxistinên Kurd ve hatibû ogranîzekirin de li gel sazî rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê, gelek kesayetên navdar ên Kurd amade bûn.

Di civîna ku li paytextê Rûsyayê Moskowayê li mala Kurda hat li darxistin de ji Kazakîstan, Azerbaycan, Ûkrayna, Kirgizîstan û gelek bajarên Rûsyayê gelek Kurdistanî amade bûn. Di civîna 2 rojan berdewam kir de  yek ji endamê komîteya amadekar a Konferansa Çareseriya Aştiyane ya li Brukselê rojnamevan Selahattîn Soro jî der heqê konferansê de pêşkêşiyek kir.

Di civînê de li ser du xalên sereke hat rawestîn. Yek ji van xalan beşdariya Kurdên li Yekitiya Dewletên Serbixwe dijîn li pêvajoya çareseriya demokratîk bû. Xala dûyem jî rêxistinbûyain Kurdên li Esengê û pêşîgirtina li asîmîlasyon û polîtîkayên bû. Li ser van herde rojevan du rojan civîn hat lidarxistin.

Di civînê de  biryar û encamnameyên konferansa Enqere, Amed û Brukselê û nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji konferansa Brukselê re şandibû, hatin xwendin. 

PÊWÎSTE DEWLETA TIRK GAV BIAVÊJE

Di civînê de hat eşkere kirin ku ji bo pêvajo bê pirsgirêk pêş ve biçe, çi berpirsyarî dikeve ser aliyê Kurd heya niha aniye cih, lê heya niha dewleta Tirk ti gavên ji bo pêvajo hîn xurtir bimeşe navetiye û di vê mijarê de berpirsyarê xwe naniye cih. Di civînê de bang li dewlat Tirk hat kirin, ku gavên pratîkî biavêje.
 
DIVÊ KNK ROLA ORGANÎZEKIRINA KONFERANSA HEWLÊRÊ BILEYZE

Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya Konferansên Aştî û Demokrasiyê yên li Enqere, Amed û Brukselê hatin lidarxistin û hat destnîşankirin ku, ji van konferansan a herî girîng Konferansa Netewî ya li Hewlêrê bê lidarxistine. Beşdarên civînê dan xuyakirin ku divê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) rola organîzatoriya vê konferansê bileyze û ji bo konferans demek berî demekê were lidaxistin, hewldan bên kirin.

PÊWÎST KURD XWE JI POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ VEGIRIN

Di mijara duyemîn a konferansê de herî zêde li ser pirsgirêka Kurdên li Yekitiya Dewletên Serbixwe dijîn hat rawestandin. Di vê mijarê de herî zêde li ser asîmîlasyona li hemberî ciwanan tê meşandin, nirxandin û pêşniyar hatin kirin. Civata civînê, ji bo ciwan xwe ji polîtîkayên asîmîlasyonê vegirin û xwedî li çanda xwe derkevin, hin biryar stend.

Li dû civînê danezana encamê ji raya giştî re hat eşkerekirin:

"Pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatibû destpêkirin xwedî nirxeke dîrokî ye. Têkoşîna gelê kurd a azadiyê di merhela îroyîn de gihîştiye asteke girîng, ev ast hîştiye ku siyaseta redkirin û tunekirina kurdan bê bidawîkirin, firsendek çêbûye ku gelê kurd bibe xwedî statûyeke siyasî. Ev pêvajoya nû tenê bi avêtina gavên demokratîk dikare hebûna xwe bidomîne.
Kurdên ku li Yekîtiya Dewletên Serbixwe jiyan dikin bêtirî sed sal in ji welatê xwe qut bûne, bi sirgun û helandinê re rû bi rû mane. Bêtirî sed sal in, li rex ku ev sirgûn û helandin dihatin jiyankirin jî, her berê xwe ber bi welatê xwe ve zivirandine. Têkiliyên xwe ji welatê xwe qut nekirine. Ji ber vê yekê pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê ji bo pêşeroja kurdên ku li YDS’ê de jî dijîn xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Encambûna pêvajoyê ya serkeftî, wê ji bo kurdên YDS îmkana vegerîna ser axa xwe biafirîne.

Bi van sedemên diyarkirî, em wek kurdên ku li Yekîtiya Dewletên Serbixwe jiyan dikin pêvajoya ku ji aliyê Rêberê netewî birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, piştgirî dikin. Biryarên ku di Konferansên Amed, Enqere û Brûkselê silav dikin, girîng dibînin û tev li wan dibin.

Em, kurdên li YDS’ê jî parçeyeke vê pêvajoyê ne, loma em jî amade ne berpirsyartiyên ku dikevin ser milên me, rabikin. Bi nirxandin û guftûgoyên di konferansê de hatine kirin, em gihîştin van biryaran:

  • 1.    Divê azadiya Rêber Apo mercê bingehîn a çareseriya pirsgirêka kurd be, bê azadiya wî guftûgokirina azadiya gelan ne gengaz e. Hîştina wî li girava Îmraliyê û derbaskirina cem wî girtiyên nû nîşana newekheviya aliyên diyalogê ye. Divê herdu aliyên muzakereyan di şert û mercên wek hev de pêvajoyê bimeşînin.
  • 2.    Divê pêvajoya ku dimeşe bi zagonên ku ji aliyê Meclîsa Tirkiyê ve were derxistin, bê piştrastkirin. Bêyî guhertina zagonan û derxistina zagonên nû garantiya mayîndebûna pêvajoyê tune ye. Encama pêngava çareseriya demokratîk divê di Zagona bingehîn de bê misogerkirin. 
  • 3.    Di Zagona Bingehîn a Tirkiyê de divê dewleta Tirkiyê bi vî rengî were danasîn: Tirkiye dewletekî ku ji aliyê gelên Tirk û Kurd ve hatiye avakirin e. Hemû gelên din bi ûnsûrên avaker re xwedî heman maf in, mafê avakirina xweseriyan jî di navê de. Ew maf di çarçoveya prensîb û standartên navnetewî de divê werin bicîhanîn.
  • 4.    Divê statuya bakurê Kurdistanê di Zagona Bingehîn a Tirkiyê de were misogerkirin.
  • 5.    Eger pêvajoya çareseriyê bê xitimandin, divê vekişandina hêzên gerîlla ji bakurê Kurdistanê ber çavan re were derbaskirin.
  • 6.    Di pêvajoya nû de divê hêzên kurdan ên siyasî hemû potensyalên xwe ji bo serxistina pêvajoyê bikarbînin.
  • 7.    Pêwîstî bi avakirina Komîsyona lêkolînkirina sedem û mercên koçberkirina kurdan a YDS, heye.
  • 8.    Divê mafê kurdên li Rûsyayê û welatên Yekîtiya Dewletên Serbixwe (YDS’ê), yên ku di encama qetliyamên li bakurê Kurdistanê de derbasî Rûsyayê bûne, hebe ku vegerin welat û ji bo vê yekê tazmînata maddî û manewî ji Dewleta Tirkiyê bixwazin. Pêwîst e mêkanîzma pêkanîna vê yekê were guftûgokirin û bi derxistina ji hêla Meclîsa Tirkiyê ve Qanûna Vegerînê (bi înglîzî Law of Return) bi encam bibe.
  • 9.    Kurdên li Rûsyayê û welatên YDS’ê parçeyekî gelê Kurdistanê ne, lewra divê di hemû kongre, konferans, civîn, çalakiyên çandî, hiqûqî û yen din de li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, bên tevlêkirin.
  • 10.    Divê hemû komîteyên dîplomasiyê bixebitin ku klîşeya ‘ji derveyî kurdên başûr, kurdên din û rêxistinên wan hemû terorîst in’ ji holê rabikin.
  • 11.    Kurd neteweke bingehîn ê Anatolya û Mezopotamyayê ye, lewra bikaranîna termenolojiya “kêmnetew” ji bo kurdan ne rast e, divê di zelalkirina statuya kurdan de normên Peymanên navnetewî yên derbarê gelên niştecî bên bikaranîn.
  • 12.    Divê bi nimûneya Filistînê xebat li ser avakirina Nûnertiya Kurdistanê di Netewên Yekbûyî û Rêxistinên din ên navnetewî de, were kirin. Ev biryar jî ancax di Konferansa Netewî de dikare were girtin û pêkanîn. Bi vê mijarê ve girêdayî hemû partiyên siyasî divê di demeke kurt de Konferansa Netewî pêkbînin.
  • 13.    Divê kurdên hemû parçeyan û yên li derveyî welat (kurdên li Rûsyayê û YDS’ê jî di navê de) kar û xebatên xwe ji bo xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê û misogerkirina makezagonî a statuya wê bikin.
  • 14.    Divê başûrê Kurdistanê sînorên xwe bi hemû parçeyên din ên Kurdistanê re vekirî bihêle.
  • 15.    Bi rêya kanalên dîplomatîk bang li Rûsya û welatên din ên YDS bikin ku pişgiriya pêvajoyê bikin.
  • 16.    Divê xebat bê kirin ku di bin sîwana Netewên Yekbûyî de Konferansa navnetewî ya pirsgirêka kurd were derbaskirin.