Krîza Yemenê mezin dibe: Siûdîyî tevî îtîfaqên xwe êrîş dikin

Li hemberî pêşketina tevgera Hûsiyan a Şiayan a li Yemenê, bi pêşengiya welatê Erebîstana Siûdî zêdetirî 10 welatan di bin navê koalîsyonekê de dest bi êrîşan kirin. DYA’yê desteka lojîstîkî û sixurî ya ji bo koalîsyonê pesend kir.

Li hemberî pêşketina tevgera Hûsiyan a Şiayan a li Yemenê, bi pêşengiya welatê Erebîstana Siûdî zêdetirî 10 welatan di bin navê koalîsyonekê de dest bi êrîşan kirin. DYA’yê desteka lojîstîkî û sixurî ya ji bo koalîsyonê pesend kir. Rûsyayê nerazîbûn nîşanî mudaxeleyê da. Bi hezaran şervanên Hûsî li ser sînorê Siûdî ne. Guman heye ku şerê li Yemenê rê li ber şerê di navbera Îran û Siûdî de veke.

Siûdiyê ji bo rizgarkirina desthilatiya Abd Rabbu Mansur û ji bo rawestandina pêşketina Şiîyan dest bi mûdaxeleyê kir û Yemenê bombebaran kir.

Konsolosê Qraliyeta Siûdî yê Washingtonê Adel El Cubeyr got: “Armanca operasyonê ew e ku desthilatiya rewa ya Yemenê biparêzin û pêşketina tevgera Hûsî ya radîkal rawestînin.”

Konsolos da zanîn ku di koalîsyonê de 10 welat cihê xwe digirin û diyar kir têkiliyeke xurt di navbera wan, îtîfaqên wan û DYA’yê de hene.

DYA DESTEKA LOJÎSTÎK Û SÎXURIYÊ DIDE SIÛDÎ

Berdevka Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Bernadette Meehan ragihand ku Serokê DYA Barack Obama alîkariya ji bo operasyona leşkerî ya ji aliyê Konseya Hevkariyê ya Kendavê ve  li Yemenê hatiye destpêkirin erê kiriye.

Piştî milîsên Hûsî nêzîkê Adenê bûn, Serokdewletê Yemenê Abd Rabbo Mansur Hadî banga mudaxeleyê li welatên Ereb kiribû. 25’ê Adarê Serokdewlet Hadî ji qesra xwe ya li Adenê hate derxistin û ew birin cihek ku nayê zanîn.  Li gorî hin çavkaniyan Hadi ji welêt reviyaye, lê rayedarên serokdewletiyê dan zanîn ku ew li cihekî bi ewle ye.

Piştî banga ji bo mudaxeleyê 5 welatên Nîvgirava Ereb bi hev re bi daxuyaniyeke hevpar bersiv dan banga Hadî. Welatên ku bi daxuyanî dan; Erebîstana Siûdî, Qetar, Kuweyt, Bahreyn  û Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereban.

Li gorî nûçeya televîzyona El arabiye Siûdî bi 100 balafir û 150 hezar leşkeran ve tevlî operasyonê bûne. Tê diyarkirin ku Misir, Pakîstan, Ûrdin û Sûdan jî xwe ji bo operasyoneke bejahî amade dikin. Misirê aşkera kir ku ew tevlî koalîsyonê bûye.

RÛSYA: MÛDAXELE BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE

Nerazîbûna yekem a li hemberî vê operasyonê ji Rûsyayê hat. Alîkarê Serokê Komîteya Navneteweyî ya Dûmayê Leonid Kalaşnîkov got: “Mudaxeleya li hemberî Yemenê tê kirin binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”

ÎRAN: XETER E

Rejîma Îranê jî têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û mûdaxeleya ku serkêşiya wê Siûdî dike şermezar kir û xwest mûdaxele tavilê were rawestandin.

Li gorî nûçeya Prest TV’yê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Marzieh Afkham mûdaxeleyê weke “nêzîkatiyeke xeter” bi nav kiriye û da zanîn ku ew yek tê wateya binpêkriina hiqûqa navneteweyî. Afkham got ku divê ev mûdaxele tavilê were rawestandin û da zanîn ku ew yek wê rê li ber zêdebûna tundrawbûn û terorîzmê veke.

BI HEZARAN ŞERVANÊN HÛSÎ LI SER SÎNORÊ SIÛDÎ NE

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Sputniknews a Rûsan, di encama êrîşa hewayî ya li dijî balafirgeha li paytext Sanayê pêk hat de zêdetirî 20 mirî û 30 birîndar hene.

Her wiha, li gorî nûçeya heman ajana Rûs, bi hezaran şervanên Hûsî yên ji eşîretên cuda li ser sînorê Siûdiya ku dikeve bakurê Yemenê li hev kom bûne. Li gorî nûçeyê dibe ku bersivê bidin êrîşa welatên Kendavê.