Di demeke ku ji bo Lîbyayê bangên mudaxeleya leşkerî tên kirin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û welatên esasî yên Yekîtiya Ewropayê bi deklarasyoneke hevpar diyar kirin ku çareseriya siyasî pêwîst e.
Di daxuyaniya hevpar a li paytexta Îtalya Roma, banga avakirina hikûmeteke neteweyî ya yekbûyî hat kirin.
Di deklarasyona hevpar de hat gotin, "Li Lîbyayê qetilkirina 21 welatiyên Misrî yên ji aliyê terorîstên Dewleta Îslam, careke din nîşan dide ku li hember şer çareseriyeke siyasî pêwîst e.”
DYA, Elmanya, Fransa, Îngîltere, Îtalya û Îspanya diyar kirin ku amade ne, hikûmeteke neteweyî ya yekbûyî ya bê avakirin destek bikin.
Hêzên rojavayî, diyar kirin ku nûnerê taybet ê Lîbya yê Neteweyên Yekbûyî Bernardîno Leon bi armanca avakirina hikûmeteke neteweyî ya yekbûyî wê banga hin rêzecivînan bike.
Di deklarasyonê de wiha hat gotin, "Kesên tevlî vê pêvajoya lihevkirinê nebin, wê ji pêvajoya siyasî ya li Lîbyayê bên dûrxistin.”