Kongreya KNK'ê ji aliyê 3 jinan ve tê rêvebirin
Kongreya KNK'ê ji aliyê 3 jinan ve tê rêvebirin
Kongreya KNK'ê ji aliyê 3 jinan ve tê rêvebirin
13. Civata Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), li paytexta Belçîka Brukselê dewam dike. Di kongreya bi dîwana sê jinan de, xebatên salekê yên KNK'ê û hewldanên divê ji bo yekitiya netewî ya Kurdan bên kirin, tên gotûbêjkirin.
13. Civata Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku doh li paytexta Belçîka Brukselê destpê kir, îro bi rûniştina xwe ya duyemîn dewam dike. Ji çar parçeyên Kurdistanê li gel nûnerên rêxistin û partiyên siyasî, zêdeyî 200 delege amade ne û di civata giştî de ji bo endamên nû, merasîma sondxwarinê hat kirin.
Ji bo di mijara yekitiya netewî ya Kurd de bal bê kişandin ser pêşengiya jinê, ji bo dîwanê endamên jin hatin pêşniyarkirin. Piştî dengdanê ji bo dîwanê Nîlufer Koç, Sîror Kemanger û Sîma Abdullah hatin hilbijartin. Rûniştina îro, bi xwendina rapora salane ya KNK'ê destpê kir. Rapor ji aliyê Endamê Konseya Rêveberiya KNK'ê Rojan Hazim ve hat xwedin û destpêkê endamên KNK'ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya sala 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, hatin bîranîn.
Di raporê de bang li Fransayê hat kirin, ku endamê KNK'ê Adem Ûzûn serbest berde û bûyerên li Rojhilata Navîn û gelemperiya Kurdistanê diqewimin hatin nirxandin. Di raporê de hat ragihandin, ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ketiye qonaxeke nû û di vê demê de hîn bêtir rol dikeve ser milê KNK'ê. Beşdarên kongreyê li ser raporê nêrînên xwe anîn ziman û der heqê xebatên dema pêş ên KNK'ê de pêşniyarên xwe kirin.
13. Civata Giştî ya KNK'ê ku ji aliyê NÛÇE TV û STÊRK TV ve bi zindî tê weşandin, li dû amadekirina bernameya salekê wê bi hilbijartinan, êvarê biqede.