Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê destpê kir
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê destpê kir
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê destpê kir
Ji aliyê Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê ve bi şîara ‘Em ax, av û enerjiya xwe komun bikin. Jiyan azad a demokratîk ava bikin’ Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê destpê kir.
Konferansa li Navenda Piştgiriya Civakî ya Şaredariya Bedlîsê pêk hat, hevşaredarên navend û navçeyên Bedlîs, Erzirom, Mûş û Êlihê, endamên meclîsa şaredariyê û giştî, rêveberên BDP û HDP’ê, aktîvîstên DOKH’ê û gelek jin tevlî bûn. Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Taşdemîr Dagkiran di axaftina vekirinê ya konferansê de axivî.
Dagkiran destnîşan kir ku newekheviya li hemberî jinê li gorî herêm, etnîsîte û aîdiyetan biguhere jî, şîdet li her derê cîhanê li ser jinan pêk tê û got ku bi feraseta rêveberiyên herêmî ya DBP’ê re hedef dikin ku newekheviyê ku wek qedera jinê tê dîtin ji holê rabikin.
Dagkiran wiha got: “Ji bo pêşketina standartên jiyana komunal, wekhev û demokratîk, em hedef dikin enerjî û hêza jinê bikeve nava tevgerê. Ji şoreşa Fransayê heta niha ku yekemîn pêngava tevga tevgera jinê hatiye avêtin heta, dîsa jî pêkanînên newekhev li dijî jinê berdewam kiriye.”
Piştî axaftina Dagkiran, der barê pêvajoyê de derbasî nirxandina perspektîf, polîtîkayên civakî-aborî yên rêveberiyên herêmî û ekolojiyê hatin kirin.