Konferansa DODEF'ê destpê kir

Konferansa DODEF'ê destpê kir

Konferansa DODEF'ê ya bi tevlîbûna 60 xwendekarên zanîngehên cuda, ya 2 rojan dê bidome destpê kir. Xwendekara Zanîngeha Marmarayê Mizgîn Guven axaftina vekirina konferansê kir û diyar kir ku, li erdnîgariya yekîtî, keda kolektîf û rêxistinbûyî hatî nelet kirin ciwanên zanîngehan xwedî hêza ku vê yekê ji holê rabikine.

Konferansa Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) a ku 2 rojan berdewam bike li Salona Konferansê ya Çandê ya Cegerxwîn dest pê kir. Di salonê de wêneyên xwendekarên bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan Aydin Erdem, Şerzan Kurt, Mahsun Karaoglan, Murat Îzol û Şahîn Oner hatin daliqandin û pankratên "Ciwan hêzên parastina zimane", "Bimire koletî bijî azadî", "Em şoreşa Rojava silav dikin" û "Bijî yekîtiya xwendekar" hatin daliqandin.

300 delegeyên ji 60 zanîngehên Zanîngeha Ortadogu Teknîk (ODTU), Zanîngeha Marmarayê, Zanîngeha Egeyê tevlî konferansê bûn. Piştî rêzgirtinê rojev hate diyarkirin. Di konferansê de dê rojev bênirxandin, rewşa xwendekaran, bername û çalakiyên DODEF'ê û rewşa Rojava dê bê nirxandin. Xwandekara Zanîngeha Marmarayê Mizgîn Guven axaftina vekirina konferansê kir.

Guven diyar kir ku, zanîngeh ji civakê û pirsgirêkên civakê biyanî bûne û wiha got: "Tu caran destûrê nadin rastî bên nîqaşkirin lê di her demê de kesayetî, kariyerîzmî û berjevendî derdixin pêş. Zanîngeh êdî karê nifşê qedercî, serî bitewîne dike. Dixwazin bi destê YOK'ê yekpare xwendekaran pêk bînin. Ezmûnên bi hîle zêdebûne. Xwendekarên zanîngehan jî betal dimînin."

Guven anî ziman ku, ew weke DODEF rizgariyê di yek kesî de nabînin û wiha got: "Em nêzîkatiya ciwanan di bin kontrolê de digirin red dikin. Ev nêzîkatî li nêzîkatiya dewletê cuda nayê girtin. Em careke din li vir dibêjin. Li erdnîgariya yekîtî, keda kolektîf û rêxistinbûyî hatî neletkirin ciwanên zanîngehan xwedî hêza ku vê yekê ji holê rabikine. DODEF ji bo vê hêzê şênber bike dixebite."

Konferans bi nirxandina geşadanên siyasî berdewam dike û çav lêye ku sibê encamnameyekê aşkera bikin.