Konfederasyona Xwedekarên Kurdistanê ava bû

Konfederasyona Xwedekarên Kurdistanê ava bû

Di 1. Kongreya YXK'ê ya Ewrûpayê de, Konfederasyona Xwendekarên Kurdistanê hat avakirin. Di çarçoveya biryarên kongreyê de wê li her welatan sendîkayên xwendekaran ên ser bi konfederasyonê bên avakirin.

Tevî gelek bajarên Elmanya, ji Holanda, Fransa Belçîka, Awûstûrya û Îngilîstanê, gelek xwendekarên Kurd rojên Şemî û Yekşemê li bajarê Elmanya Kolnê di 1. Kongreya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ya Ewrûpayê de gihaştin hev. Di kongreya li salona zanîngeha Kolnê de gelek rêzebiryar hatin stendin û li gorî yek ji van biryaran navê YXK'ê wê bi zimanên din week Konfederasyona Xwendekarên Kurdistanê bê bikaranîn.

Di danezana encamê ya kongreyê de bal hat kişand ser girîngiya pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û hat destnîşan kir, ku YXK jî wê bi vê kongreyê re bersivê bide pêvajoyê. Di danezanê de bang li hemû xwendekarên xwe ji çareseriya pirsgirêka Kurd re berpisyar dibînin hat kirin, ku li gorî biryarên 1. Kongreya YXK ya Ewrûpayê tevbigerin û li gorî van biryara xwe birêxistin bikin.

Di kongreyê de biryar hat dayîn ku YXK xwe li gelemperiya Ewrûpayê weke Konfederasyona Xwendekarên Kurdistanê birêxistin bike û armanca konfederasyonê weha hat ravekirin: "YXK-Konfederasyona Ewrûpa, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîperestiya zayendî dipejirîne û weke felsefeya jiyanê dibîne. Li ser vê bingehê, xwedî li pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad derdikeve û li gorî vê yekê li qadên polîtîk, dîplomatîk, civakî-çandî, akademîk û perwerdeyî, xebatên li gorî pêvajoyê dimeşîne."

Di danezana encamê de hat ragihandin, YXK-Konfederasyona Ewrûpa, li welatên lê ne birêxistine Îngilîstan, Holanda, Skandînavya û Swîsre wê xebatên rêxistinbûyînê bimeşîne û li welatên Emerîka, Rûsya, welatên Balkanan û Qibrisê jî bi xwendekarên Kurd û rêxistinên xwendekarên demokratîk re têkiliyê deyne û bi wan re tevbigere. Li gorî danezanê, konfederasyon wê bi rêxistinbûyînên xwendekaran ên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn re jî bi awayekî hevpar tevbigere.

BIRYARÊN KONGREYÊ

Di kongreyê de hin biryarên girîng ên hatin stendin weha ne:

* YXK-Jin wê xwe di bin sîwana Konfederasyona YXK'ê de bi awayekî xweser xwe bi rêxistin bike. Pllansazî û pêşnûmebiryarê xwe, wê bi awayekî xweser amade bike û pêşkêşî kongre û konfederasyonê bike.

* YXK-Konfederasyona Ewrûpa û federasyonên welatan wê salane kongreyên xwe bi rêk û pêk lidar bixin. 

* YXK-Konfederasyona Ewrûpa, wê di çarçoveya xweseriya xwe de bi sazî û rêxistinên din ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re di nava hevkariyê de bixebite.

* Konfederasyon wê der heqê pirsgirêkên xwendekaran de di mijarên çandî, dîrokî, akademîk û siyasî de broşur û lêkolînan amade bike.

* Konfederasyon wê berhemên di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a ji bo bîranîna Huseyîn Çelebî de ketine dereceyê, bike pirtûk.

* YXK-Konfederasyona Ewrûpa wê li beranberî bûyerên rojevê bi awayê dosya û daxuyaniyên çapemeniyê nêrînên xwe bîne ziman û di rojên girîng ên dîrokî de pîrozbahî/bîranînan lidar bixe.

* Her federasyon wê li welatê lê be bi zimanê wî welatî û bi Kurdî malpera xwe ya înternetê veke û ji bo nasandina têkoşîna azadiyê ya rewa ya gelê Kurd li raya giştî, çapemeniya înternetê bi awayekî aktîv bikar bîne.

* Kovara Rohanî wê bi Elmanî-Kurdî (Elmanya, Awûstûrya û Swîsre), Fransî-Kurdî (Fransa û beşek Belçîka), Flemanî-Kurdî (Holanda û beşek Belçîka) û Îngilizî-Kurdî (Îngilîstan û welatên Skandînavyayê) bi rêk û pêk bê weşandin.

* Bi armanca danasîna Konfederasyon û federasyonên welatan, broşur were derxistin.

* Ji bo çand û zimanê Kurdî were kifşkirin û pêşvebirin, xebatên lêkolîn û pêşvebirinê werin kirin.

* Konfederasyon, ji bo hînbûyîn û hînkirina zimanê Kurdî wê li gelemperiya Ewrûpayê proje û planan derxîne û li gorî vê xebatan bimeşîne.

* Konfederasyona ji bo armancên xwe bicih bîne, wê konferans, semîner û sempozyûmên zanistî lidar bixe. 

* Konfederasyon wê bi rêxistinên xwendekaran ên gelê cûda re têkiliyê deyne û bi wan re karên hevpar bimeşîne.

DI KAMPANYA "AZADÎ JI BO OCALAN" DE ARMANC 200 HEZAR ÎMZE

Di kongreyê de biryar hat dayîn ku kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî were pêş xistin û di vê çarçoveyê de 200 hezar îmze werin berhevkirin. Di kongreyê de her weha biryar hat dayîn delegasyonek ji xwendekarên Kurd bişînin Festîvala Ciwanên Xwendekar a Navnetewî ya dawiya vê salê li Ekvatorê tê lidarxistin.